Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio eşkere kir ku geleke dewlet amade ne ku Israîlê nas bikin û pêwendiyên xwe pê re baş bikin.
Rubio got ku gelek dewlet hene ku tev li peymanên Ibrahîmê bibin, lê belê biryar xwe dispêre lihevkirineke herêmî ya berfireh.
Rubio diyar kir ku ew dikarin niha hinek dewletan tev li peymanê bikin, lê ew dixwazin di vî warî de tiştekî mezin bikin.
Tê zanîn ku heta niha Îmarat, Behrên û Mexirib têkliyên xwe bi Israîlê re baş kirine û tev li peymanên Ibrahîmî bûne.



