Li Bakurê kurdistanê Polîsan di 21’ê Cotmehê de li gelek bajaran eriş dan ser gelek malan.
Di sergirtina ser mala de 6 ciwan hatibûn binçavkirin.
Ev ciwan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di 18’ê Cotmehê tevlî meşê bibûn.
Ciwanên ku 3 rojan di binçavan de man û îro piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Pişti îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dageriya Nobedar hatin kirin.
Dadgeriyê biryara girtina ciwanên bi navê Ferhat Gezer yê 17 salî, Yûsûf Demîrpolat, Suleyman Kahraman, Halît Konûk, Haşîm Kûtlûk û Ozcan Dal da.
Piştî biryara girtinê her 6 ciwan birin girtîgehê.



