Beşa berhemên ji bo zarokan a di Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9`emîn de, zarokên dibistanên seretayî kêfxweş kirin.
Berhemên ji bo zarokan di beşên cuda yên pêşangehê de tên pêşkêşkirin. Pirtûk ji aliyê zarokên dibistanên seretayî ve eleqeyeke mezin dibînin. Bi taybet berhemên Weşanên Şilêr û kovara Mizgîn ku bi rojnameya Ronahî re tê belavkirin, bûn cihê kêfxweşiya zarokan.
KOVARA MIZGÎN WEK DIYARÎ TÊ BELAVKIRIN
Kovara Mizgîn pêvekeke rojnameya Ronahî ye û ji sala 2012`an ve tê derxistin. Yek ji amadekarên kovara Mizgîn nivîskar û şêwekar Amir Ferso bi bîr xist ku kovar bi kurdî, erebî û suryanî tê amadekirin.
Amir Ferso diyar kir ew kovarê wek diyarî li zarokan belav dikin. Ferso da zanîn ku kovar cih dide gotin û axaftinên zarokan jî, her wiha li dibistanan jî tê belavkirin, lewma zarok kovarê baş nas dikin û digirin.



