Vê sibê hêzên Îsraîlê li gundên başûrê Quneytirayê geriyan.
Şevê din jî hêzên Îsraîlê li ser riya Quneytirayê û Şamê bendek kontrolê danîn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku vê sibê hêzên Îsraîlê ji gundê El-Işa ber bi El-Rebîa, li gund û deştên çandiyên yên li derdora wê geriyan û dawiyê li bargeha Til Ehmer rawestiyan.
Şevê din jî hêzên Îsraîlê kete rêya Selam.
Ev rêyeke ya Quneytira û Şamê ye û tenê 40 km durê paytextê ye.
Hêzên Israîlê bandek kontrolê danîn û paşê vekişiya.
Beriya wê jî tîmeke hêzên Îsrîalê derbasî gundê Terenca yê li bakûrê Quneytirayê bû



