Gundwarê rojavayê Hemayê yên elewiyan di rewşeke xeter de ye.
Çekdarên nenas di bin gefa çekê de gundiyan talan dikin û didizin.
Bûyerên dubare yên talan û diziyê ji aliyê çekdarên nenas ku otomobîl, motorsîklet û dikanan hedef digirin, niştecihan dixin rewşek tirsê.
Gelek sivîl neçar in ku tevgera xwe kêm bikin bi teybet di şevê de.
Ji ber vê Firoşgeh zû digirin an jî demjimêrên xebata xwe kêm dikin da ku neyên dizîn an jî talankirin.
Xelkên gundan nerazîbûna xwe nîşanî nebûna ewlehiyê ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyê didin.
Gelek caran li gel hikumeta veguhêz li ser van sûcan gilî kirin û lê hemû hatin paşguhkirin.



