Îro 100 roj di ser êrişên hovane yên hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên wê li dijî Siwêdayê derbas dibin.
Lewra, xelkê Siwêdayê xwepêşandanek li dar xist û tê de xwest ku hemû girtiyên hatine revandin, werin berdan.
Li qada El-Kerama û bajarokê Şehba yên Siwêdayê çalakiyên cuda hatin lidarxistin.
Di çalakiyê de, qurbaniyên komkujiyên ku li Siwêdayê pêk hatin hatin bibîranîn.
Xwepêşandêran banga berdana girtiyan û mafê diyarkirina çarenûsê kirin.
Her wiha xwestin ku hikumeta veguhêz çekdarên xwe ji gundên wan yên li derdora Siwêdayê vekişîne da ku vegerin malên xwe.
Li rex vê, xwepêşandêran bang li aliyên peywenîdar kir ku kêmneteweyên li Sûriyê biparêzin û welatekî demokratîk ava bikin.



