Li Misyafa Hemayê jineke ciwan ji aliyê kesên nenas ve hat revandin.
Hikumeta veguhêz çîroka revandina wê li gorî xwe guherandin û saz kir.
Hikumeta veguhêz got ku ev jin bi alîkariya 2 kesan xwest ku perayan ji malbata xwe bi dest bixe û ev senaryo çêkiriye.
25’ê mehê jina binavê Şadiya Setliyê ji gundê Dêr Şimêl yê li Misyafa ya li Hema ji aliyê kesên nenas ve hate revandin.
Ev yek di nav xelkê deverê de nîgeraniyek berfireh çêkir û malbata ji bo dîtina wê bang li aliyên peywendîdar kirin.
Paşê, dezgehên ragihandinê yên hikûmeta veguhêz a Sûriyê çîrokek belav kirin.
Wan dezgeha idia kir ku ev bûyer ne revandin lê belê îdiayek revandinê bû ku jina ciwan bi du kesan re beşdarî wê bûye da ku pereyan ji malbata xwe bi dest bixe.
Beriya niha jî bi heman rengî hikumeta veguhêz a Sûriyê sûcê revandina jina binavê Mîra Sabat a li Humsê jî li gorî xwe saz kir.
Wê demê hikumeta veguhêz got ku Mîra li gel hezkiriyê xwe ji malê reviyaye.



