Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku komeke çekdarên nenas, duh êrişî nuqteya hêzên wan ya li bajarokê Hemam ê rojhilatê kantona Dêrazorê kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êriş ji aliyê Rojavayî çemê Firatê bi guleyên RPG’ê hat kirin.
Şervanên QSD’ê bersiva êrişkaran dan
Şervanên QSD’ê jî bersiva êrişkaran dan, û ji bo naskirina êrişkaran di nava hewildanan de ne.
QSD’ê tekez kirin, ew ji bo parastina şêniyan her tim di amadebaşiyê de ne.
Çavkaniyên leşkerî ragihandin ku QSD’ê çalakiyên xwe yên ewlehî û leşkerî li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê zêde kirine.
Ji bo parastina niştecihan, Xalên kontrolê zêdetir kirine.



