Hikumeta Awistralyayê ji ber rewşa ewlehiyê ya xirab hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Sûriyê.
Hikumetê ji welatiyên xwe yên li Sûriyê jî xwest ku tavilê ji welêt derkevin.
Wezareta Karên Derve ya Awistralyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku rewşa ewlehiyê li Sûriyê hîna aram nebûye û li deverên cûda pevçûn didomin.
Ew jî dibin sedema kuştin û birîndarbûna sivîlan.
Wezaretê bang li hemû welatiyên xwe yên li Sûriyê kir ku li deverên ewle bimînin û di zûtirîn dem de ji wir derkevin.
Her wekî destnîşan kir ku îhtîmal heye balafirgeh û deriyên sînor bêyî hişyariyek pêşwext jî werin girtin û got:
Ji ber êriş û pevçûnên çekdarî dibe ku deriyên bejahî yên bi Lubnanê re jî werin girtin, kesên ku dixwazin di Lubnanê re derbas bibin dibê bi desthilatên têkildar ên welatên derdorê re hemahengiya pêşwext bikin.



