Li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de tevlihevî, sûcên kuştin û revandinê dewam dikin.
Duh êvarî li Şamê ciwanê bi navê Mihemed Elî Mihemed Amo yê ji Tirbespiyê kuştî hate ditin.
Mihemed Elî yê 30 salî li herêma Dêr Elî ya başûrê Şamê kuştî hat dîtin.
Li gorî agahiyan cenazeyê Mihemed Elî duh êvarî li mezreya ku lê dixebitî hat dîtin.
Lê agahiyên der barê sedemên kuştina wî û nasnamya kujeran de nehatin zanîn.



