Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê û Serokkomar Tayyîp Erdogan wê 30yê Cotmehê roja Pêncşemê li Qesra Serokkomariyê bicivin.
Biryar bû di 28’ê vê mehê de Şandeya Îmraliyê bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bikira.
Lê hevdîtina ku dihat plankirin, ji bo 30’ê Cotmehê hate taloqkirin.
Hat zanîn ku Heyeta Îmraliyê û Erdogan dê di hevdîtinê de li ser geşedanên pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” gotûbêjan bikin.
Hêjayi bi bîrxistinê ku şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê beriya niha 2 caran bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin kiribû.



