Hikumeta veguhêz a Sûriyê biryar da û hesabê hejmarek saziyên hikûmetê, yekitî û kooperetîfan ji destpêka salê ve rawestand.
Di encamê de mûçeyên karkerên çandiniyê yên teqawîtbûyî hatiye rawestandin.
Karmend li çarenûsa pereyên xwe yên qutbûyî pirs dikin, rayedarên hikumetê jî tu bersivê nadin.
Di nava saziyên ku hesabê wan hatiye rawestandin de koopertîfa xwendekarên peymangeh û dibistanên çandinî û beyteriyê yên xwendina xwe qedandine.
Tenê xwendekarên ku xwendina xwe di beşên peywendîdar de temam dikin, dikarin tevlî kooperatîfê bibin.
Karmendên ji biryarê zirar dîtine diyar kirin ku tevî nirxê berdêlan ne mezin e, lê daxwazên wan ên li pey hev bê bersiv dimîne.
Karmend pirs dikin çima ewqas veşartî hesab têne cemidandin û gotin:
“Gelo çima heta niha saziyên eleqedar tu daxuyaniyan der barê mijarê de nadin.”



