Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku ew ê di demek nêz de balafirên şer ên Fransî yên “Mirage” û mûşekên berevaniya hewayî yên Brîtanyayê bi dest bixin.
Zelenskyy diyar kir ku Brîtanya dê di hilberîna mûşek û balafirên bêmirov de alîkariya Ukraynayê bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Sibata borî Kievê hin balafirên şer ên “Mirage” wergirtin.
Ji bo vê carê hîn hejmar nehatiye diyarkirin.



