Fermandarekî Îranî ragihand ku ew ji Trump bawer nakin û got ku ger Trump ji bo tinekirina bernameya Nukleerî ya Îranê rast dibêje, çima ewqas li ber Îranê digere ji bo hevdîtinan.
Fermandarekî Îranî ragihanid ku ew nikarin ji bo kêliyekê jî baweriya xwe bi daxuyaniyên Trump ên li ser amadebûna wî ya ji bo danûstandina bi Îranê re bînin.
Fermandarê Îranî da zanîn ku komên berxwedanê li gorî ramanên xwe biryaran didin, mîna Hamas û komên din ên Filistînî ku bi xwe Operasyona Bahoz el-Eqsa pêk anîn, bêyî agahdariya me.
Ev gotinên wî wek tehdît li dijî Îsraîlê hat xwandin
Fermandar got:
“Eger Trump Îran lawaz kiriye wê demê çima ew ji bo danûstandinan bi Îranê re lavayan dike.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî êrîşên Amerîkayê yên li ser navendên Natanz, Fordow û Îsfahanê îdia dike ku wan bernameya nukleerî ya Îranê tunekirin e.
Her wiha Trump dibêje eger Îran amade be ji bo danûstandinan, ew ê cezayên li ser Tehranê rake.
Hefteya borî, Lîderê dînî ê Îranê Elî Xamineyî daxuyaniyên Trump ên li ser tunekirina bernameya nukleerî ya welatê xwe wekî xeyal bi nav kir.



