Serokê meclisa Tirkiyê Nûman Kûrtûlmûş derbarê gava dîrokî ya tevgera azadiyê ya Kurdistanê a ku duh li Qendîlê bi daxuyaniyekê avêt got,
“Em êdî derbasî serdemeke nû dibin. Di vê serdemê de em çek û şer li pey xwe dihêlin û zêdetir li ser demokrasî û fikran biaxivin.”
Kurtulmuş, diyar kir ji duh ve êdî qonaxeke dîrokî li pey xwe hişt û got,
“Rêxistinê ragihand ku wê xwe bi temamî ji sînorên Tirkiyê vekişîne û çalakiyan neke.
Hêvîdarin ku rêxistina xwe ji vir vekişandî di demeke herî kin de li derveyî sînor jî hebûna xwe bi dawî bike.”
“Em çek û şer li pey xwe dihêlin êdî wê fikir biaxivin”
Serokê meclisa Tirkiyê da zanîn ew êdî dest bi serdemeke nû dikin ku çek û şer li pey xwe dihêlin û êdî dê fikir biaxivin.
Kurtulmuş, derbarê rewşa Sûriyê de jî diyar kir gelên Sûriyê wê rê nedin emperyalîzma cîhanî ku ne dostên Tirkan e ne jî yên Kurdan, Ereban e û got,
Înşalah wê li herêmê tenê fikir biaxivin, wê di navbera mirovan de êdî tenê stranên yekitî, hevgirtin û xwişk-biratiyê cih bigirin.



