Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku ji bo mîsogerkirina ewlehiya Xezayê tenê welatên ku li hember Îsraîlê “bêalî” ne, dikarin leşkeran bişînin û ne pêkane ku Tirkiye tevlî vê hêzê bibe.
Gideon Saar di civîna çapemeniyê ya hevpar a li gel Wezîrê Derve yê Macaristanê axivî û got:
Welatên bixwazin leşkeran bişînin Xezayê divê herî kêm bêalî bin.
“Ne şerte ku ew dostên Îsraîlê bin, lê divê ne di nava hewldanên dijminane bin.”
Saar anî ziman ku Tirkiyê “nêzîkatiyeke dijminane li hember Îsraîlê pejirandiye” û wiha got:
“Emê hêzên ku ji bo Îsraîlê nayên qebûlkirin diyar bikin.”
Şahê Urdinê şandina hêzên xwe ji bo Xezayê red kir
Li ser heman mijarê Şahê Urdinê Ebdullah El Sanî ji kenala BBC’î re got:
Urdin û Misr amade ne hêzên ewlehiyê yên Filistînê perwerde bikin, lê ev piroje hewcedariya wê bi demê heye.
Îsraîlê li eniya Başûr a hundirîn rewşa awarte ragihand
Herî dawî wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz îro li eniya hundirîn a başûrê Îsraîlê rewşa awarte ya taybet ragihand.
Di vê biryarê de qeydên ewlehî û tedbîrên awarte yên berfireh li deverên başûr ên bi ser Şerîda Xezayê ve hatibûn ferzkirin.
Ev biryar, digel nirxandinên ewlehî yên nû de hat dayîn.



