Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi dronan êrişî rêbendeke kontrolê ya li ser rêya bajarê Welga ya li gundewarê Siwêdayê kir.
Li gorî agahiyan hat diyar kirin ku vê êvarê dronên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê 12 caran êrişî rêbendeke kontrolê ya li ser rêya bajarê Welga ya Siwêdayê kir.
Di encamê de hejmarek ji endamên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê birîndar bûn.
Ev êriş, digel berdewamkirina binpêkirinên rojane ya agirbesta li Siwêdayê ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve, pêk tên.



