Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) bi wesîleya salvegera 3’yan a pêngava bi daxwaza azadî ji Rêber Apo re û ji pirsgirêka Kurd re çareserî ji bo meşa mezin a Kolnê bang kir
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêber Apo 27 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye.
Em jî ta azadiya Rêber Apo emê têbikoşin û çalakiyan li dar bixin ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya tevahî gelan e.
TJK-F’ê diyar kir ku bi saya paradîgmaya Rêber Apo, perspektîfeke jiyanê ya nû hate bidestxistin.
Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” bûye “manîfestoya serdemê.
Herî dawî Tevgera Jinên Kurd a Fransayê ji bo meşa mezin banga tevlîbûnê kir ku wê 8’ê Mijdara 2025’an li Kolnê were lidarxistin.
8’ê Mijdarê em ê bibin lehiya azadiyê.
Em ê dil û dengê bi milyonan bikin yek û bigihînin Rêber Apo.



