Desteya Tibî ya Navneteweyî 5 kamyonên ji alîkariyên tibî û xurekê (2 kamyon pêdiviyên tibî û 3 kamyonên nêzî 50 tonî ji xurekê) gihîştin bajarê Siwêdayê.
Hat diyarkirin ku nehatiye zanîn di alîkariyên xurekê de ard heye yan na.
Li bajar û gundewarê wê ji 2 rojan ve ji ber nebûna ard firne sekinîne û nan nayê belavkirin.
Hat aşkerakirin ku ev alîkarî ji aliyê Desteya Tibî ya Navneteweyî (IMC) ve hatine şandin.
Ji Tîrmeha borî ve hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê ambargoyek li ser Siwêdayê ferz kiriye.
Hemwextî wê hemû alîkariyên mirovî yên ku tên şandin jî hewcedariyên şêniyan peyda nakin.



