Li bajarê Dirbêsiyê û Til Koçerê merasîmên oxirkirin û bîranîna şehîdan hate lidarxistin, kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza domandina rêya şehîdan dan.
Şervanê Hêzên Erka Xweparastin şehîd Ebid El Wehab Xelef, di 25’ê Cotmehê de dema li ser erka xwe bû, li Dirbêsiyê şehîd bû.
Gerîleyê HPG’ê Redwan Osman bi nasnav Şevger Dirbêsiyê di 19’ê Tebaxa 2025’an li herêmên Parastina Mediyayê şehîd bû.
Ji bo oxirkirin û bîranîna her dû şehîdan xelkê Dirbesiyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî li goristana şehîd Rustim Cûdî kom bûn.
Li wir, kesên axivîn tekoşeriya şehîdan bi bîranîn û gotin:
“Em bi saya van şervanan dikarin bijîn, ji bo ku em bi rûmet bijîn, em ê xwedî li fedakariya wan derkevin”
Piştî axaftina wesîqeya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Li Til Koçer şehîd Feysel El-Cerbû’i bi merasîmekê hat oxirkirin
Li bajarê Til Koçerê jî şervanê QSD’ê şehîd Feysl Elî El-Cerbû’i hat oxirkirin.
Şervanê QSD’ê Feysl El-Cerbû’i di 25’ê Cotmehê de, di qezayeke trafîkê de şehîd bûbû.
Kesên di merasîmê de axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza domandina rêya şehîdan dan.
Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi durişmeyan hat oxirkirin.



