Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê efûyek giştî ji bo endamên berê ji kar veqetiyane û tawanên giran nekirine derxist, û destnîşan kir ku ji mafên kesên veqetiyane heye ku ji bo vegera ser kar serlêdanê bikin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gel û raya giştî daxuyaniyek da. Fermandariyê di daxuyaniyê de efûyek giştî ji bo kesên tawanên revê kirin û ji xizmetê dûrketine ragihand.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Sûriye ji dema hatiye avakirin ve û heta roja îro ve, civak bi aramî nejiyaye, sedema sereke jî rejîma desthilat bû, bi taybet di serdema Partiya Baasˊê de. Desthilatdarî navendî bû û di destê kesekî de bû. saziyên dewletê xizmetî berjewendiyên rejîmê dikirin, ne xizmetê gel. Vê yekê jiyana civakî çewisand û welat ji mafên wan mehrûm kirin.
Di 2011ˊan de gel li dijî desthilata navendî rabû ser pêyan û tevgereke berxwedanê ya çekdarî dest pê kir. Bi wê re Sûriyeyiyan berdêlên giran da û nirxên nû yên wekî rûmet û azadiyê derketin. Piştî hilweşîna rejîma Baasˊê, nîqaşên li ser eneterasyona demokratîk di navbera hikumeta veguhêz û Rêveberiya Xweser de hatin destpêkirin.
Li ser bingeha rêgezên ku şoreşa Sûriyeyê li ser hatiye avakirin û nirxên ku gelê di 15 salan de ji bo wan têkoşiyaye, ku ji dîktatorî û terorê rizgar bibe û Sûriyeyeke yekgirtî û nenavendî ava bike, divê ev nirx di vê qonaxa hestiyar a ku welat tê re derbas dibe werin parastin. Divê her kesê di van salan de fedakarî kiriye, berpirsiyartiya parastina destkeftiyên şoreşê rake û beşdarî avakirina siberoja demokratîk a hemûyan kom dike, bibe, ne jê bi dûr bikeve. Bê guman ev yekbûna di navbera saziyan de divê li ser bingeha demokrasiyeke berfireh pêk bê.
Saziya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a ku beriya 11 salan hat avakirin, ne weke saziyeke ewlehiyê bû, lê wekî bawerî û îdaeleke hat birêxistinkirin. Di salên xwe yên pêşîn de, endamên wê, bêyî ku li benda wergirtina xelatên darayî bimîne, û li gel zehmetî û astengiyan, ji bo welat xizmet kirin. Ne tenê erkek bû, lê pabendiyeke exlaqî bû. Tecrûbeyên ku tê re derbas bûne bingeh ji bo pêşxistina takakesî û saziyane hat avakirin û îro em gaveke cidî ber bi vejînkirina van tecrûbeyan ve diavêjin û bikin destpêka siberojê û pêşxistina zêdetir a vê saziyê.
Ev bang ji bo hemû endamên me yên ku di demên berê de beşdarê vê saziyê bûne, û ji ber sedemên cûrbicûr jê veqetiyane, lê ji aliyê wijdan û welatparêziyê pê ve girêdayî mane, tê kirin. Saziya me, ji bo her kesê ku tawanê giran nekiriye, girêdayê nirxên exlaqî û amade ye xizmetê bike û xwe tev li pêvajoya nû bike, deriyên xwe vedike. Welat ne tenê bi sînoran, lê di heman demê de bi dadwerî, aramî û vîna hevpar a gel jî tê parastin. Îro, ewlehî ne tenê erk e, di heman demê de berpirsiyariyekî hemwelatîbûnê ye jî. Ev bangawazî ne tenê vegera li ser kar an jî zêdekirina hijmar e; ev bang xwedîderketina giştî li nirxên şoreşê ye jî.
Li ser vê bingehê Fermandariya Giştî ev biryar dan:
- Efûkirina tewanên revê yan jî qutbûna ji xizmetê, bi şertê ku endamê reviyaye di nav 45 rojan de ji roja biryarname derketiye ve, xwe teslîm bike, da ku ew bi rêkûpêk were pêşwazîkirin û raporek “teslîmbûnê” li gorî formên ku ji hêla nivîsgehên dîsplînkirinê û karûbarên reftarî ve hatine pejirandin, were amadekirin.
- Mafên endamên ji kar hatine derxistin heye ku ji bo vegera li ser kar serlêdanê bikin, bi şertê ku ew ji ber biryara dadgehê yan jî binpêkirina exlaqê giştî ji kar nehatibin derxistin.
- Li dîjî kesê ku di nav dema jorîn de yê ku hatiye diyarkirin xwe radest bike, tu tedbîrên disiplînî yan cezayî nayê dayîn.”



