Berî çend rojan, ciwanê bi navê Mecid Remedan El-Hinşil li navçeya Kesrat a Dêra Zorê ji hêla endamekî QSD’ê ve hat kuştin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê mixabniya xwe nîşan da û eşkere kir ku wan sûcdar girtin û radestî dadweriyê kir.
QSD’ê serssaxî ji malbata ciwanê mirî re xwest û ji bo helwesta wan a rêgirtina li hemberî hewldana fitineyê, spas kir.
QSD’ê diyar kir ku wan lêpirsîn derheqê bûyerê de vekir û yekser sûcdar girtin û radestî dadaweriyê kirin da ku li gor qanûnên leşkerî werin cezakirin.
Navendê piştrast kir ku parastina gel, rûmet û mafên wan prensîbeke bingehîn û neteweyî ji bo wan e.
Hêzên Sûriya Demokratîk got ku nêzîkatiyên bi vî rengî dûrî nirx û exlaqê hêzên wan e û qet qebûl nakin.
Navendê tekez kir ku bûyerên bi vî rengî nêzîkatî an nirxên hêzên wan temsîl nake.



