Îro, Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman ji ber nexweşiya Penceşêrê wefat kir.
Hêvî Silêman, bi welatparêzî û dîroka xwe ya bi têkoşîn û berxwedanê dagirtî, di nava tevahiya Rojavayê Kurdistanê navdar e.
Hêvî Silêman herî dawiyê erka endamtiya Koordînasyona Kongra Star wergirtibû.
Salên dûv û dirêj cihê xwe di nava têkoşîna ji bo azadiya Gelê Kurd û Jinan de girtiye.
Nexasim, di berxwedana Şêxmeqsûd û Efrînê roleke pêşengtiyê gerandiye.
Di nava rêwîtiya jiyana xwe de hevdîtin li gel Rêber Abdullah Ocalan jî kiriye.
Herî dawiyê û piştî demekê, di encama nexweşiya Penceşerê de koça dawiyê kir.



