8’ê Mijdarê li Kolnê yê Almanyayê bi dirûşma “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Çareseriya Siyasî” dê meş û mîtînga sêyemîn a mezin bê lidar xistin.
Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut, banga tevlîbûna meşê kir û da zanîn ku ger em bi dirûşma ‘Rêbertiya Azad’ derketine rê, divê li wê qadê dengê sedan hezarî bilind bibe.”
8’ê Mijdarê li Kolnê bi dirûşma “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Çareseriya Siyasî” dê meş û mîtînga sêyemîn a mezin bê lidar xistin.
Di vê derbarê de Hevseroka Konfederasyona Civakên Demokratîk ên Kurd li Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut banga tevlîbûnê kir û da zanîn ku Azadiya Rêbertî nayê paşxistin.
”Armanca meşa 8’ê Mijdarê ew e ku azadiya Rêber Apo bê misogerkirin”
Zubeyde Zumrut diyar kir ku armanca meşê ew e ku azadiya Rêber Apo bê misogerkirin û di vê pêvajoya nû de berpirsyariyên dewletên Ewropayê yên li hember pirsgirêka kurd bêne bibîrxistin.
Zubeyde Zumrut behsa daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Bahçelî ya sala borî di Meclîsê de kir û got:
“Birêz Ocalan bila were bin banê Meclîsê bangê bike, siyaseta xwe bike,” ev bang ji hewcedariya pirsgirêka Kurd kişandina qada siyasî derketiye.
Çareseriya pirsgirêka navxweyî ya Tirkiyê şertê pêşîn ê têkiliyên derve û aramiyê ye.
Ji bo vê yekê divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin.
“Pêvajo bi muxatabê aştiyê Rêber Apo pêk tên”
Zubeyde Zumrut bal kişand ser însîyatîf girtina Rêber Apo a ku bi rêbaz û rêyeke ku di dîroka cîhanê de bêhempa ye û got:
“Pêvajoya “Civaka Demokratîk û Aşitiyê” bi biryardariya Rêber Apo destpê kiriye û di vê çarçoveyê de lêgerînên diyalogê zêde bûne.
Her çendî bingeha diyalogê hinekî çêbûbe jî, tecrid li dijî Rêber Apo berdewam e.
Çûyîna hin heyetan (malbat, parêzer an heyetên dewletê) ji bo Îmraliyê nayê wateya ku tecrîd bi temamî rabûye.
Ger maseya muzakereyê çêbibe, muxatabê rastî yê aştiyê Rêber Apo ye.
Divê Rêber Apo bigihêje azadiya xwe ya fizîkî.”
Zubeyde Zumrut ji bo meşa dîrokî ya sêyemîn a ku 8’ê Mijdarê li Kolnê tê lidarxistin, bang li gelê kurd û dostan kir ku tevlî bibin û got:
“Miftêya deriyê azadiyê di destê dînamîkên civakî de ye.
Divê ji bo 8’ê Mijdarê gelê Kurd li qadê be da ku israr bigihîje azadiyê.



