Li nêzî sînorê Afganîstanê 6 leşkerên Pakistanî hatin kuştin û di pevçûnan de 7 çekdarê girêdayî Talîbana Pakîstanê jî hatin kuştin
Artêşa Pakistanê ragihand, 6 leşkerên wan û 7 çekdarê Talîbanê di pevçûnekê de li herêma Kuramê ya nêzîkî sînorê Afganistanê hatine kuştin.
Hat ragihandin ku êrîşên çekdarên Talîbana Pakistanê, têkiliyên Pakîstan bi Talîbana Afganistanê re aloz kiriye.
Pakîstan îdia dike çekdar ji Afganistanê ve êrîşî Pakistanê dikin.
Talîban van tohmetan red dike û artêşa Pakistanê bi çêkirina aloziyan li ser sînor û xwedîkirina DAIŞ’ê tawanbar dike.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku pevçûna herî dawî di navbera her du welatan de piştî, êrîşa Pakîstanê li ser paytexta Afganîstanê dest pê kir.



