Thursday 2026/06/04
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Bi hezaran jinên 8 bajarên kantona Cizîrê ji Rêber Apo re azadî xwestin

October 30, 2025
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
Bi hezaran jinên 8 bajarên kantona Cizîrê ji Rêber Apo re azadî xwestin
Share on FacebookShare on Twitter

Bi hezaran jinên ji Qamişlo, Tirbespiyê, Dêrik, Til Koçer, Til Hemîs, Çilaxa, Girgê Legê, Amûdê û Rimêlanê, li Qamişloyê ji Rêber Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî xwest.

Kongra Star a bajarê Qamişlo bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kilîta çareserî û pêkanîna aştiyê ye” ku bi zimanên kurdî, erebî û suryanî hatibû nivîsîn, mitîngek organîze kir. Mitîng li Stadyûma Heysem Kico ya Qamişloyê ya kantona Cizîrê pêk hat. Jinên ji Qamişlo, Tirbespiyê, Dêrik, Til Koçer, Til Hemîs, Çilaxa, Girgê Legê, Amûdê û Rimêlanê beşdarî mîtîngê bûn.

Bi hezaran jin bi coşeke mezin beşdarî mîtîngê bûn û li ber stranan govend gerandin, erbane lêxistin û nîşaneyên serkeftinê bilind kirin.

Mitîngê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.   

Li ser navê Kongra Star, endama Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid axivî. Bêrîvan Xalid bixêrhatina jinan kir û li ser navê jinên hazir silav ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin. Bêrîvan Xalid bal kişand berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna jinan û got: “Beriya 27 salan tevahî cîhanê rûyê xwe reş kir û komployek pêk anîn.
Dixwestin me jî bêdeng bikin, lê me bi berxwedana Rêber Ocalan û têkoşîna xwe cîhan hejand.

Niha Rêber Apo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk daye destpêkirin.

27 sal ji bo aştiyê û civakek, demokrat, wekhev bang dikir û pêvajo dida destpêkirin.

Lê destên qirêj nedihiştin ev pêvajo bidomin.

Îsal dîsa Rêberê me dest bi pêvajoyê kir. Em ê jî weke gelê Rêber Apo vê bangê pêşwazî dikin û destek dikin.

Di nava vê bangê de Rêber Apo gelek gav avêtin û Tevgera Azadiyê jî gav avêtin. Yek ji wan jî vekişîna gerîlla ji Tirkiyeyê bû. Lê heta niha dewleta Tirk tu gav neavêtin.

Lê bila baş bizanin emê bi israr, vîn a ku me şoreş pê pêk anî, emê li pişt banga Rêber Apo bin. Hertim li qadan bin.

Her wiha ji bo em Rêberê xwe ji destê wan derxist hîn zêdetir bi israr bin. Ji bo mafê wî yê rewa mafê hêviyê bidin pêkanînin, emê têbikoşin.

Em dîsa daxwaza mafê hêviyê ya Rêber Apo dikin, ji ber kesateyek hêvî daye gelan û jinan mafê wî yê hêviyê heye. Divê azad bibe. Bê Rêber Apo aştî û azadî nayê herêmê û Rojhilata Navîn.

Eger gelên Rojhilata Navîn bixwazin azad bijîn, divê xwedî li banga Rêber Apo derkevin. Em careke din bi dengê jina Kurd, Ereb, Siryan azadiya Rêber Apo bang dikin. Divê saziyên navnetewî xwedî li biryarên xwe yên ji bo mafê hêviyê derkevin û mafê. Heta Serokê me azad nebe, em ê hertim li qadan bin.”

 Li ser navê jinên Suryan endama Yekitiya Suryan Semîra Hena bi zimanê suryanî daxuyaniyek xwend. Semîra Hena got: “Birêz Ocalan ji gelê Suryan re got ew gelek kevnar ên herêmê ye û xwedî şaristaniyek dewlemend din, stûna bingehîn a projeya jiyana hevbeş in. Rêber Abdullah Ocalan ji bo avakirina civakek demokratîk û li ser bingehê wekheviya gelan projeyek mirovî pêşkêş kir.

Bi sedan sale hişmendiya baviksalarî, desthilat jin û civaka Rojhilata Navîn bindest hêlaye û azadiya wan asteng dike. Birêz Ocalan azadiya jinan û civakê mîsoger dike. Azadiya birêz Ocalan bangeke exlaqî û mirovî ye.”

Ji rêveberiya PYD’ê ya Til Hemîsê Bedîa Ebdurehman bi zimanê Erebî daxuyaniyek xwend. Bedîa diyar kir ku îro jin ji bo têkoşîna herî giran hatine gel û wiha domand: “Di bin kavilên tundiyê de Rêber Apo Manîfestoya aştî û demokrasiyê, însyatîfek şoreşgî da destpêkirin.

Manîfestoya wî belgeyek mirovahiyê ye. Ji bo avakirina Rojhilata Navîn û parastina rûmeta gel e. Pergalên zilm, dagirkirin û qirkirinê bi rêya projeyek demokratîk hildiweşîne. Bi vê însyatîfê bang li gelên Kurd, Ereb, Siryan, Asûrî kir ku hêza wan di pirrengiya wan de ye, di pêjeşorek demokratîk de ye.”

Piştî axaftin û daxuyaniyan ji Navenda Hîlala Zêrîn a Qamişloyê hunermed Bêrîvan Botan li ser ked û têkoşîna Rêber Abdûllah Ocalan stran gotin. Bêrîvan Botan keda şehîdan bi bîr anî û strana yekemîn diyarî dayikên şehîdan kir. Piştî çend stranan mîtîng bi dawî bû.

Previous Post

Bi hezaran kesî ji bo Rêber Abdullah Ocalan mafê hêviyê xwest

Next Post

Komîsyon dê guhdarî du wezîran bike

Weşana girêdayî

Koçberekî Serê Kaniyê: Çeteyên Tirkiyê mala min kirine koxika ajalan
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Koçberekî Serê Kaniyê: Çeteyên Tirkiyê mala min kirine koxika ajalan

Ezmûnên refên 9 û 12 dest pê kirin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Ezmûnên refên 9 û 12 dest pê kirin

Şandeyek ji Zanîngeha Kobanê serdana Zanîngeha Frankfurtê kir
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Şandeyek ji Zanîngeha Kobanê serdana Zanîngeha Frankfurtê kir

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye