Ehmed El-Şeri partiyekê ava dike.
Malpereke Lubnanî da zanîn ku niha li Sûriyê ji bo Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyê Ehemd El-Şeri partiyek siyasî tê avakirin.
Çavkaniyên Sûrî ragihandin ku amedekariyên avabûna paratiyek siyasî girêdayî serokê hikumeta veguhêz a Sûriyê Ehmed El-Şeri tê kirin.
Malperê El-Mudin a Lubnanî diyar kir ku avabûna partiya nû beriya qanûna partiyan a ku di destûrî de hatî destnîşankirin derdikev holê.
Malperê da zanîn ku niha xebatên vê û tevgerên çûnûhatina wê bi dizî tên kirin.
Hate diyarkirin ku hin kesayet nêzîkê hikumeta veguhêz ji bo ku tevlî partiyê bibin peywendî bi wan re hatiye kirin.



