Artêşa Îsraîlê li Derayê 2 ciwan girtin.
Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê beranberî van gavên artêşa Îsraîlê bê deng e.
Artêşa Îsraîlê li gundê Mereya ya herêma Hewd El Yermûk a li rojavayê parêzgeha Derayê, 2 ciwanên bi navên Mazin El Eqle û Mihemed Tewfîq Rebiya, girtin.
Artêşa Îsraîlê her du ciwan birin cihekî nediyar û sedema girtina wan jî nîşan nedaye.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê belge kir ku hêzên Îsraîlê li gundê Bîr Ecim ê li rojavayê Quneytirayê xebatên kolandinê didomîne.



