Li gorî encamên demî yên hilbijartinên dawî yên Hollandayê partiya rastgirên tund ê Geert Wilders derket pêş.
Di hilbijartinên giştî yên 29’ê Cotmehê de, Partiya Geert Wilders bi hezar û 382 dengan yekem car Partiya lîberal-navendî derbas kir.
Li gorî ajansa ANP’ê, her du partiyan jî 26 kursî bi dest xistine.
Lê ji ber ferqa dengên hatine bidest xistin ji bo avakirina hikûmetê girîng tê hesibandin.
Ji sedî 99.6’ê dengan hatine hejmartin. Li Amsterdamê ku bajarê herî mezin e hê ji sedî 20 deng nehatine hejmartin.
Her wiha tê diyarkirin ku dengên ku ji dervî welat tên heta roja Sêşemê wê bên ragihandin.
Rêjeya tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 78.4 bû.



