Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 7 gerîlayên ku di sala 2020’an de li HPM’ê şehîd bûne bi bîr anî.
HPG’ê diyar kir ku ew ê biryardariya têkoşîna hevrêyên xwe mînak bigirin û meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad teqez bi ser bixînin.
Her wiha sersaxî ji malbatê şehîdan re xwest û soza pêkanîna xeyalên hevreyên xwe yên şehîd da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 7 gerîlayên’ê şehîd bûne bi bîr anî.
HPG’ê da zanîn ku hevreyên wan Gelhat, Kurtay, Şervan, Rizgar, Argeş, Mahîr û Şiyar di sala 2020’an de li HPM’ê şehîd bûne û got:
“Hevrêyên me yên ku ji roja tevlî refên gerîla bûn, bi hemû hêza xwe têkoşîneke bêhempa meşandin.
Li herêmên cûda yên HPM’ê beşdariyeke mînak nîşan dan û di gelek xebatan de bê westan ked dan.
Wan hewl da ku hemû peywirên ku girtin ser xwe bê hêmanî bi cîh bînin.
Li gorî pêdiviyên mîlîtaniya fedaî ya Apoyî tevgeriyan.
Hevrêtiya wan ya kûr di dîroka têkoşîna me de şopeke bêhempa hiştin.
Em destnîşan dikin ku em ê biryardariya têkoşîna hevrêyên xwe mînak bigirin û meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad teqez bi ser bixînin.
Em soz didin ku Em ê ala têkoşîna yA ku hevrêyên me ji me re hiştine bilind bikin.
Hevrêyên me yên leheng Gelhat, Kurtay, Şervan, Rizgar, Argeş, Mahîr û Şiyar bi ruhê fedayî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dan û di têkoşîna azadiyê de li HPM’ê de gihiştin asta şehadetê.”
Her wiha di dawiyê de HPG’ê sersaxî ji malbatê şehîdan û tevahî gelê Kyrdistanê yê welat parêz re xwest û soza pêkanîna xeyalên hevreyên xwe yên şehîd da.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên derbarê nasnameya şehîdan wiha ne:

Nasnav: Gelhat Egîd
Nav û paşnav: Umît Muradî
Cihê jidayikbûnê: Saqiz
Navê dayik û bav: Soybe – Abdullah
Dîrok û cihê şehadetê: 13’ê Tebaxa 2020’an, Garê

Nasnav: Kurtay Feraşîn
Nav û paşnav: Şehmuz Başaran
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik û bav: Kudret – Mustafa
Dîrok û cihê şehadetê: 13’ê Tebaxa 2020’an, Garê

Nasnav: Şervan Şoreş
Nav û paşnav: Heyder Mamo
Cihê jidayikbûye: Efrîn
Navê dayik û bav: Mûne – Îbrahîm
Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Tebaxa 2020’an, Zap

Nasnav: Rizgar Rojka
Nav û paşnav: Sîracettîn Kondû
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê dayik û bav: Asya – Sînan
Dîrok û cihê şehadetê: 14’ê Tebaxa 2020’an, Metîna

Nasnav: Argeş Bagok
Nav û paşnav: Ferhat Guler
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik û bav: Makbûle – Şahabettîn
Dîrok û cihê şehadetê: 14’ê Tebaxa 2020’an, Metîna

Nasnav: Mahîr Destîna
Nav û paşnav: Rişvan Seleh Resûlî
Cihê jidayikbûnê: Çarqurne
Navê dayik û bav: Fatîm– Seleh
Dîrok û cihê şehadetê: 31’ê Adara 2020’an, Xakurkê

Nasnav: Şiyar Destîna Zana
Nav û paşnav: Fesîh Vûral
Cihê jidayikbûnê: Riha
Navê dayik û bav: Mence – Behçet
Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Tebaxa 2020’an, Metîna



