Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li bajarê Îdirê beşdarî civîneke gel bû banga xwedîderketina li pêvajoyê kir.
Bakirhan diyar kir kurd wê komarê demokratîk bikin û bibin hevparê wê.
Bakirhan bal kişande li ser girîngiya pêvajoyê û anî ziman weke DEM Partî ji bo pêşdebirina wê tişta ji destê wan tê dikin û wiha axivî
“Wê êdî kes nikaribe bi qeyûman îradeya we desteser bike. Zarokên me wê bi zimanê xwe perwerdê bibînin û wê helandina zimanê me bi dawî bibe. Raborî û qehremaniya Kurdan wê di pirtûkên dîrokê de cih bigire.
Bi gotina Birêz Ocalan , Em ê bibin welatiyên wekhev, em ê bibin hevparê komarê û komarê demokratk bikin. Ew roj ne dûr in.



