Rêveberên başûrê Xezayê ragihandin ku Îsraîl piştî ragihandina agirbestê, êriş pêk anî 40 kes birîndar bûn.
Her wiha li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA, artêşa Îsraîlê êriş bir ser bajarokê Silvadê yê li rojhilatê Ramallahê.
Li aliyê din artêşa Îsraîlê doh ragihand ku nasnameya cenazeyên du dîlên ku ji aliyê Hamasê ve hatine vegerandin erê kiriye
Rêveberên başûrê Xezayê doh di daxuyaniya xwe de gotin, piştî ku Îsraîlê sibeha Çarşemê agirbestê ji nû ve ragihand, di êrişên şevê de bi kêmanî 40 kes birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Xan Yûnisê êriş li ser “bingehên terorîst ên ku ji bo leşkeran metirsî çêdikin” pêk anîne.
Herêma başûrê Xezeyê di bin kontrola artêşa Îsraîlê de ye.
Îsraîl îdia dike ku piştî êrişên destpêka hefteyê yên ku bûne sedema mirina zêdetirî 100 kesan, li bajarê Refahê yê başûrê Xezeyê bersiva kuştina leşkerekî xwe bi guleyan daye.
Li gorî Netanyahu, Hamas maddeya peymana vegera dîlan binpê kiriye.
Hamas jî red dike ku bi êrişên kujer re têkildar be û Îsraîlê bi binpêkirina peymana agirbestê tawanbar dike.
Îsraîl soz da ku ji bo rakirina “metirsiya lezgîn” li hember hêzên xwe “bi awayekî pêwîst tevbigere”.
Leşkerên Îsraîlê li şerîa rojava êriş pêk anîn
Her wiha li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA, artêşa Îsraîlê êriş bir ser bajarokê Silvadê yê li rojhilatê Ramallahê.
Ji ber gulebarîna leşkerên Îsraîlê, zarokekî 15 salî birîndar bû, piştî rakirina nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve, ku Îsraîlê êrişên xwe li ser Xezeyê dest pê kirin, li Şerîa Rojava û Qudsa Rojhilat jî girtin, êriş û operasyon zêde bûne.
Li aliyê din artêşa Îsraîlê doh ragihand ku nasnameya cenazeyên du dîlên ku ji aliyê Hamasê ve hatine vegerandin erê kiriye.
Li gorî artêşa Îsraîlê, 2 cenaze berî ku ji aliyê leşkeran ve bên veguhestin Îsraîlê, li Xezeyê radestî Xaça Sor hatine kirin û ji bo nasnameyê şandin Enstîtuya Edlî ya Neteweyî.
Ji destpêka agirbestê ve Hamas cenazeyên 17 dîlan vegerandiye, 11 dîlan hîn li Xezeyê ne û li gorî maddeyên peymanê wê bên radestkirin.
Li hemberî vê yekê, Îsraîl jî cenazeyên 195 kesan, bêyî agahiyên nasnameyê, radestî rayedarên Xezeyê kiriye.



