Îro 13. Konferansa Komîteya Malbatên Şehîdan a wargeha Mexmûr dest pê kir.
Konferansê dê du rojan dewam bike.
Konferans bi dirûşma “Li şehîdan xwedî derketin, bi avakirina civaka demokratîk û komînal pêkane” tê lidarxistin
Di konferansê de, Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a wargehê Elî Bilehî behsa giringiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got:
“Ji bo em bikaribin destê Rêbertî xurt bikin û projeyên Rêbertî jiyanî bikin, ya herî girîng xwe rêxsitinkirin û berpirsyartiyên xwe pêkanîne.
Ji bo em bikaribin modernîteya demokratîk hîn zêdetir xurtir û jiyanî bikin, erk û berpirsyartiya me malbatên şehîdanin.
Di konferansê de nirxandinên rewşa siyasî û kar û xebatên du salan yê Komîteya Malbatên Şehîdan hate kirin.



