Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehba Hêvî Silêman a ku di 28’ê Cotmehê de ji ber nexweşxaneya penceşêrê, şehîd bû, konê sersaxiyê veda.
Kon li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê li pêş mala şehîd hat vedan.
Di merasîmê de kesên axivîn behsa têkoşîn û xebata şehîd Hêvî Silêman kirin û gotin:
”Xwedî li fikra azad derket û gelek fedakarî pêşkêş kirin”
“Şehîd Hêvî têkoşereke ku duldilî nizanîbû, xwedî li fikra azad derket û gelek fedakarî pêşkêş kirin.
Li dijî tevahî şêweyên tundiyê, bû nimûneya fedakariyê û kedek mezin di oxira rizgariya jinê de da.”



