Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogulları û Hevberdevka HDK’ê Meral Danış Beştaş, beşdarî hevdîtina bi rêxistinên civaka sivîl ya ku ji aliyê Baroya Wanê ve hatibû lidarxistin , bûn.
Di hevdîtinê de Tulay Hatimogulları diyar kir ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd e, lê “rizgariya 86 milyon welatiyan” e.
Rêya herî girîng a civakîkirina aştiyê, bi xwedîderketina xurt a hemû hêzên demokrasiyê, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên ked û pîşeyî, beşên ji gel û baweriyên cuda yên li Tirkiyê ye.
Hevberdevka HDK’ê Meral Danış Beştaş jî axivî û diyar kir di pêvajoya aştiyê de cara yekem komîsyonek hatiye avakirin û got:
Pêwîste her kes bibîne ku ev pirsgirêk ne mijara terorê ye, pirsgirêkeke siyasî ye.
Meral Danış Beştaş diyar kir ku aştî bêyî demokrasî mayînde nabe.
Ger rewşeke hiqûqî û zagonî nebe, sibe rewşek cuda çêdibe.
Heta hefteya bê Wezîrê Parastina Neteweyî û MÎT dê bêne guhdarîkirin.
Meral Danış Beştaş got:
Divê em jî teqez guhdarî birêz Ocalan bikin. Li her derê cîhanê çareserî bi vî awayî çêbûye.
Pêşbîniya me ya çûyîna Îmraliyê di demeke nêz de heye.



