Li Kolnê ya Almanyayê 8’ê Mijdarê ji bo azadiya Rêber Apo meşek were lidarxistin.
Derbarê vê yekê de hevberdevka KCKD-E’yê Zubeyde Zumrut axivî û got:
“Ji bo pergala Îmraliyê bi giştî ji holê rabe em ê têbikoşin.”
Ji bo pêvajoya civaka demokratîk mayînde bibe û pergala Îmraliyê bi giştî bê hilweşandin li Ewropa û gelek welatên din xebat û çalakî tên meşandin.
Hevberdevka KCKD-E’yê Zubeyde Zumurt der barê xebatên li Ewropayê de axivî.
Zubeyde Zumrut da zanîn ku pêngava di 2023’an de dana destpêkirin li 74 navendan starta wê dane û îro li gelek deverî belav bûye.
Zubeyde Zumrut daxuyakirin ku pêngava dane destpêkirin sê sale didome û hedefa wan şikandina pergala tecrîdê ye û got:
“27 sal e ev têkoşîna azadiyê tê dayîn, gelek kampanya û pêngav hatin destpêkirin.
Bêguman Kurdan têkoşîna 40-50 salî aniye qonaxekê.
Bedelên cidî dane. Li aliyê din jî Rêber Apo têkoşîn mezin kir.
Pisgirêka Kurd bi azadiya Serokatiyê pêkane. Kêm be jî tecrîd hat şikandin lê hîna didome.
Ji bo vê jî kampanya me didome.”
Zubeyde Zumrut: Ji bo pergala Îmraliyê ji holê rabe em ê têbikoşin
Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku di çarçoveya pêngavê de gelek çalakî pêk anîne û ji van ya herî girîng konferansa Romayê bû:
“Di nav vî karî de yên xelatên Nobelê girtibûn hebûn.
Akademîsyen, rojnameger, nivîskar,hiqûqnas hene. Ji her alî mirov hene.
Lê mijara esas ev e ku tecrîd wê çawa bê şikandin, azadî çawa pêk bê.
Me ev di konferansê de nîqaş kirin. Ji bo mezinkirina têkoşîna civakî jî meş, mîtîng, stand û şandina qertan pêk hatin.
Kampanya ‘ez dixwazim bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikim’ jî didome.
Wê kampanyayê kelecanek mezin aifrand. Heta em têkoşîna civakî mezin nekin em nikarin tecrîdê bişkînin.
Divê em vê mayînde bikin. Divê li Bakur, Başur, Rojava, Rojhilat li her alî cîhanê gelê me rabin ser piya ku tecrîd bê şikandin û dengê serokatiyê bê bihistin.”
Zubeyde Zumrut daxuyakirin ku heta tecrîd neşikê û Rêber Abdullah Ocalan azad nebe wê çalakî û bername bidomin û wiha bi lêv kir:
Di 8’ê Mijdarê de li Kolnê ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd çalakiya me hene.
Em ê li Kolnê meşekê pêk bînin. Ji bo em bi sedhezaran kesî bînin gel hev em bi şev û roj dixebitin.
Ji bo pergala Îmraliyê bi giştî ji holê rabe em ê têbikoşin. Em banga tevlibûna meşa 8’ê Mijdarê li hemû kesî dikin.”



