Li rojavayê Humsê nêzî sînorê Lubnanê, çekdarên nenas gule li welatiyekî barandin:
Di encama guleberdanê de ew welaktî hat kuştin.
Li gorî çalakvanekî xwe cihî dema ku Husam El Esmer çêlek ji bo bazirganekî bi kamyonekê vediguhastin, komeke çekdar rêya wî girtin û gule lê reşandin.
Di encamê de Husam bi giranî birîndar bû.
Çalakvan aşkera kir ku, Husam radikin nexweşxaneyekê, lê ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest dide.
Di dema dawîn de li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tevlihevî û rewşa bêaramiyê zêde bûye.



