Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) li bajarê Reqayê operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê da destpêkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) berbanga îro destpêkirina operasyoneke ewlehiyê ya berfireh û koordînekirî li bajarê Reqayê ragihand.
QSD’ê ragihand ku operasyon bi desteka Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê hatiye destpêkirin.
QSD’ê destnîşan kir ku operasyon di çarçoveya berdewamkirina mîsyona wê ya domdar ya şerê li dijî terorê heya qedandina wê ya bi temamî de hatiye destpêkirin.
QSD’ê da zanîn ku piştî bidawîbûna kontrokirina cihên çeteyan û ji holê rakirina gefan bi temamî dê agahiyên zêdetir li ser operasyonê parve bike.



