Di Meha Cotmehê de li herêmên di bin kontrola hikûmeta veguhêz a Sûriyê de û herêmên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, 202 kes hatine kuştin.
Di nava kuştiyan de 11 jin û 9 zarok hene.
Hin kes di êrişên hêzên hikûmeta veguhêz û çekdarên nenas de bi qetilkirina li meydanan hatine kuştin.
Hin jî bi awayên biguman hatine kuştin.
6 zarok jî ji ber teqînan hatine kuştin, hin jin jî di malê de yan jî bi navê “rakirina tolê” hatine kuştin.
Bûyerên kuştinan li Şam û gundewarên wê, Heleb, Dera, Hums, Idlib, Dêrazor, Siwêda, Laziqiyê rû dane.
Li Efrîn, Hema, Hums, Laziqiye, Siwêda û hin deverên din ên Sûriyê di Cotmehê de 17 kes hatine revandin. Aqûbeta hin revandiyan nayê zanîn.



