Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 3’yê Mijdarê de bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê hat dayîn de ev agahî hatin parvekirin :
“Endamên Şandeya Îmraliyê yên DEM Partiyê Pervîn Bûldan, Mithat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê di 3’yê Mijdarê de ji bo hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin, biçin Îmraliyê. ”
Hêjayî gotinêye ku roja 30’ê Cotmehê şandeya Îmralî ya DEM Partî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Serokkomarê Tirkiye Tayyîp Erdogan hevdîtinek pêkanîn.
Hevdîtina li Qesra Serokkomariyê ya li Beştepeyê hate kirin saetekê berdewam kir.
Şandeyê got: “Em bi kêfxweşî dibêjin ku me ji bo pêşveçûna pêvajoyê gavên pêwîst ku divê bên avêtin li hev kir û em gihîştin fikreke hevpar.”



