Di nava Kurdan de cil û bergên Kurdî yek ji nîşan û sembolek girîng ya çanda Gelê Kurde.
Li Helebceyê festîvala Hinar û Payîzê destpê kiriye û jin bi cil û bergên Kurdî rengek ciwan didin festîvalê.
Atiye Fetuhla diyar kir ku pêwîste ev sembola netewî hertim zindî bimîne û got:
“Dixwazim hemû ciwan cilê Kurdî li ber xwe kin û biparêzin.
Divê ev çand weke reseniya xwe bimîne. ”
Hawjîn Namîq jî da zanîn ku cilên Kurdî sembola jinên Kurde û çanda neteweya wane û wiha domand:
“Jin dikarin bi boneya festîvalên wiha cilên Kurdî liber xwe bikin û bivan rêyan cilên Kurdî biparêzin.”
Her wiha Meryem Kemal desnîşan kir ku ew dixwazin di hemû çalakiyên wiha de cilên Kurdî werin dîtin û jin girîngiyek mezin bidin cilên Kurdî.



