Piştî 25 rojan ji revandinê, zaroka 13 salî Mihemed Qeys Heyder hate berdan.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çekdarên nenas yên ku zarok Mihemed Qeys Heyder revandibûn, îro ew berdan.
Heta niha jî tu agahî li ser bê ka Mihemed di berdêla peran hatiye berdan an jî bê pere, tune ye.
6’ê vê mehê Mihemd Heyder li pêş çavên hemû hevalên wî li dibistana wî a li taxa Meşrûyê 10’an yê Lazqiyê ji aliyê kesên çekdar ve hate revandin.
Piştî vê gelek caran malbata Mihemed, heval û dostên wan daketin qadan û banga berdana zarokê xwe kirin.
Her wiha gotin ku divê hikumeta veguhêz a Sûriyê van sûcan bi dawî bike.



