Di vê dema dawî de tevgera hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyê zêde bûye.
Hêzên Îsraîlê ketin gundê Semdaniya Rojhilat ê Quneytîrayê û bendeke kontrolê lê danî.
Artêşa Îsraîlê li Quneytîrayê hin kes girtin.
Li gorî çavkaniyan, di nava girtiyan de endamên hêzên hikumeta veguhêz hene.
Hêzek artêşa Îsraîlê piştî ku dergeheke hesinî di hundirê gund de danî, derbasî gundê Semdaniya Rojhilatê yê Quneytîrayê bû.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê-SOHR’ê, hêza ku derbasî gund bûye, ji 2 tankan û 8 erebeyên leşkerî pêk dihat û ber bi rêya di navbera Çeba û Xan Ernebe de bi rê ket.
“Îsraîlê hin endamên hêzên Hikumeta Veguhêz girtin”
Li aliyê din, ji dîmenên ku di medyaya dîjîtal de hatine parvekirin, diyar dibe ku artêşa Îsraîlê li gundê Berîqa yê Quneytîrayê hin kesên cilên sivîl li wan in, girtine.
Ajansa ANHA’yê ku ew jî agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî ragihand ku kesên hatine girtin endamên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ne.
Her wiha hate diyarkirin ku hêzên Îsraîlê li deriyê têketina gund bendeke demkî daniye.



