Li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyê rêjeya sûc û tundiyê zêde bûye.
Çavdêr dibêjin ev encama belavbûna çekan û têkçûna ewlehiyê ye.
Her wiha ev yek bûye sedema tirsê di nava şêniyan de û baweriya bi saziyên dewletê û karîna wan a parastina welatiyan, kêm kiriye.
Rêjeyên sûc û tundiyê li herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola hikumeta veguhêz de bi awayekî xeternak zêde bûye.
Her roj sûcek an jî tundiyek pêk tê û hin ji wan li ser mediya dijîtal tên eşkerekirin û hîn jî nayên eşkerekirin.
Rêjeyên dizî û sûc li Şamê zêde bûne, şêniyên bajêr ji kiryarên bêrêziyê, dizîna mal û milkên xwe ditirsin.
Biryara dawîn a parêzgariya Şamê ya der barê demjimêrên vekirina sûk û firoşgehan de tirsên şêniyan zêdetir kirine.
Li gorî biryarê, dema vekirina sûk û dikanan ji saet 9’ê sibê ta 9’ê şevê hate diyarkirin, ji bilî 2 rojên dawiya hefteyê.
Li gorî malpera Numbeo ya şopandina nîşaneyên sûc û kalîteya jiyanê li cîhanê, rêjeya sûc li Sûriyeyê li gorî daneyên dawîn ên 23’yê Cotmeha 2025`an, wiha ne:
Rêjeya sûc ji sedî 72.5 zêde bûye, ji sedî 66’ê şêniyan ji dizîna malên xwe ditirsin, ji sedî 64 ji kiryarên bêrêziyê ditirsin, ji sedî 78 ji sûcên tundiyê yên wekî êriş û diziya çekdarî ditirstin û ji sedî 61 der barê gendelî û bertîlê de bi fikar in.
Parêzerekî ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku sedema zêdebûna sûcan belevbûna berfireh a çekan li kesên neperwerdekirî û ciwan de ye ku nayê zanîn ka girêdayî kîjan alî ne.
Her wiha da zanîn ku di kolanan de jî bangeşiyeke mezin a tundiyê heye, bi otomobîlan ve nivîsên wekî “Şerê wan bikin”, “Em ji bo we hatine” û “Tolhildan” hatine nivîsîn, nediyar ka ev banga kuştina kî dikin.
Ev otombîl li kolanên Şamê û parêzgehên din digerin.
Lêkolînera civakî nexwest navê xwe bide diyar kir ku têkçûna ewlehiyê û belavbûna tirs û sûcan baweriya bi dewletê kêm dike
Her wiha derî ji bo beşekî mezin ê civakê vedike ku çekan hilgirin û li şûna dadgehê ew bi xwe mafên xwe biparêzin, ji ber ku bawerî bi pergala edaletê tune ye.
Lêkolînera civakî hişyarî da ku ev tundî dê bandorê li zarokan bike û derbasî nava dibistanan bibe, rojek bêyî pirsgirêkek li ber dibistanan derbas nabe.
Ev bûyer pir caran dibin sedema bikaranîna alavên tûj, heqaret û gefan û tirsa ji siberojê zêde dikin.



