Li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi şahiyekê 135 bawername li xwendekarên zimanê kurdî hatin belavkirin.
Saziya Zimanê kurdî- SZK’ê şahiya belavkirin bawarnameyên 3 astên bi zimanê kurdî li darxist.
Şahî bi dirûşmeya “Bi rihê demê em ê xwedî li ziman derkevin û faşîzmê hilweşînin” pêk hat.
Şahî li hoala Star layt bi amadebûna bi dehan ji xwendekar, mamoste , endamên sazî, Meclîs, Partiyên siyasî, Rêxistina jinan, Tev-Dem û KPC’ê hate lidarxistin.
Li wir kesên ku axivîn behsa girîniya ziman kirin.
135 bawarname li ser xwendekaran hate belavkirin.
Li dawiyê stran hatin gotin û govend hate gerandin..



