Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ji bo meşa 8’ê Mijdarê ya li bajarê Kolnê yê Almanyayê banga tevlîbûnê kirin.
Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê yên ku li bajarê Munîh ê Almanyayê hatin cem hev û beriya “Meşa Azadiyê Ji Bo Rêber Apo” ya ku dê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin, daxuyaniyek weşandin û banga tevlîbûnê kirin.
Di daxuyaniyê de ciwanan bal kişandin ser rewşa Rêber Apo yê ku 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û anîn ziman ku ev rewş ji aliyê gelan û hêzên demokrasiyê ve nayê qebûlkirin.
Di bangê de wiha gotin:
“Ev rewşeke ku nayê qebûlkirin e.
Em ciwan, heta ku Rêber Apo azad bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Em bang li hemû ciwanan, dostên xwe yên enternasyonal û gelê xwe dikin ku tevlî meşa 8’ê Mijdarê bibin.”



