Jineke Efrînî ya koçber li Tbeqayê derbara jiyan xwe li koçberiyê bi karê dirûtinê dike.
Tevî zor û zehmetiyan jî hêviyên xwe yên vegera li bajarê xwe yê dagirkirî qut nekiriye.
Li ber konekî li Kampa Azadî ya li kantona Tebqayê , jina koçber a ji Efrînê, Edla Farûq Hesen, ji bo debara xwe û malbata xwe, karê dirûtinê dike, li hember zehmetiyên koçberiya bi darê zorê li ber xwe dide.
Edla Farûq Hesen (48 salî) jina tekane ye ku li Kampa Azadî karê dirûnê dike, bi makîneya xwe ya dirûtinê cilên koçberên li wir dijî didirû.
Edla derbarê karê xwe yê dirûtinê wiha dibêje:
“Dema ez biçûk bûm, ez ji dayika xwe fêrî karê dirûtinê bû. Min temaşeyî karê wê dikir, û dema ew ji malê derdiket, min hewl dida makîneya wê ya dirûnê bikar bînim. Bi demê re, ez fêrî vê pîşeyê bûm.
Koçber Edla hêviya xwe ya vegera bajarê xwe Efrînê anî ziman û got:
“Dema ku em vegerin Efrînê, ez ê karê xwe yê dirûtinê bidomînim û hewl bidim ku kargeha xwe vekim da ku vî pîşeyê ku ji bo min çavkaniya hêz û hêviyê bû, bidomînim.
Hezkirina min a ji bo dirûnê bi min re ma, û piştî koçberiya me ya bi darê zorê ji Efrîn di sala 2018`an de ber bi kampên Şahbayê ve, min biryar da ku makîneyek dirûnê bikirim da ku dest bi kar bikim û pîşeya xwe veguherînim çavkaniyek debarê.
Piştî ku em gihîştin kampê, min makîneyek dirûnê ya nû, hinek ta û maqes kirî, û min di hundurê konê xwe de dest bi dirûnê kir.
Ev pîşe di nav şert û mercên jiyanê yên dijwar ên koçberiyê de ji bo malbata min bû çavkaniyek debarê.”



