Ji bo hilbijartina îsal li Iraqê dê 2 hezar û 248 namzetên jin li kêleka mêran ji bo 329 kursiyên parlamentoyê têbikoşin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku roja 8ê Mijdarê propagandaya ji bo hilbijartinê bi dawî dibe.
Komîsyonê biryar da ku di 9ê Mijdarê jî pêvajoya dengdanê ya taybet ji bo hilbijartinê destpê bike.
Komîsyonê diyar kir ku di 11ê Mijdar de jî dengdana giştî destpê dike.
Gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di 11yê Mijdara îsal de dê bê kirin.
Dê 2 hezar û 248 namzetên jin li kêleka mêran ji bo 329 kursiyên parlamentoyê pêşbaziyê dikin.
Jinên Herêma Kurdistanê dixwazin ku namzetên jin yên ku dê biçin parlamentoyê li ser pirsgirêkên jinan bixebitin û li dijî hişmendiya mêrsalar û serdest têbikoşin.
Endama Berê ya Encûmena Navendî ya YNKê Gulale Ezîz Seroka Rexistina Pêşxistina Mirovî Behar Mehmûd bi rêya Rojnewsê diyar kir ku ew dixwazin ev hilbijartin bibe mînakek û ji hilbijartinên din cuda be.
Jinên ku dengê xwe didin, xwestin ku jinên diçin Parlamentoya Iraqê bibin nûner û dengê gel û sozên ku didin jinan û welatiyên xwe bicîh bînin, bi hişmendiyeke jinan bixebitin û hebûna xwe îspat bikin.”



