Konferansa 13’an a Komîteya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), piştî nîqaş û nirxandinên du rojan, duh bidawî bû.
Konferans bi dirûşma “Xwedî Derketina li Şehîdan bi Avakirina Civaka Demokratîk û Komînal Pêkane” pêk hat.
Kar û xebatên Komîteya Malbatên Şehîdan a Memxûrê yên di nava van du salan de hatine kirin, hatin nirxandin.
Plansaziya kar û xebatên du salên pêşiyê jî hat danîn.
Rêzikname, pêşniyar û biryarên Komîteyê hat xwendin.
Herî dawî Hevberdevkên nû yên Komîteya Malbatên Şehîdan hatin hilbijartin.
Di encama hilbijartinên de Evîn Tayboga û Qedrî Şîrişeyî bûn hevberdevkên nû.
Hevberdevkên nû Qedrî Şîrişeyî axivî û diyar kir ku wê erk û berpirsiyariyên xwe bêdudil pêkbînin û got:
“Em di pêvajoyek girîn û hesas re derbaz dibîn.
Em bi perspektîfên nû yê Rêbertî û stratejiya nû dest bi xebatên xwe yê demê nû bikin.”



