Li Îranê pêleke nû ya binçavkirina Kurdan destpê kiriye, di nava hefteyekê de 4 Kurd hatin binçavkirin.
Têkildarî mijarê Saziya Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê daxuyaniyek da û got:
“Di 28’ê Cotmehê de, hêzên Îranê welatiyê Kurd Eyûb Reşî yê ji gundê Parastin yê bi ser bajarê Serdeşt ve girtin.
Eyûb Reşî, bê fermana dadgehê hat girtin û birine girtîgeha Urmiye.”
Torê destnîşan kir ku ji bo nas kirina çarenûsa wî malbata wî serdana dadgehê kirin, lê berpirsên dadgehê tu agahî li ser wî nedan.
Tora Mafê Mirovan diyar kir ku di 30’ê Cotmehê de, welatiyên bi navê Wehab Mihemd Pûr, Rewûf Ferûxî û Rehîm Rehmanî ji bajarê Pîranşar, hatin binçavkirin û şandin girtîgeha Urmiye.
Li aliyê din rejîma Îranê daxwaza radestkirina Aware Ferûxî jî dike.
Li gorî agahiyan, hêzên Îranê ji bo girtina wî, li bajaran Pîranşar, Urmiye û Serdeşt bi armanca tirsê bixe nava welatiyan de dron bikaranîn.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku piranî kesên hatine binçavkirin endamên malbatên çalakvanên siyasî ne.



